BI DÎMEN

Li Tehran, Merîwan û Îsfahanê bi dijwarî hate bombebarkirin

Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê navenda bajarê Tehranê û derdora wê bi dijwarî bombebaran kirin. Di nava cihên hatî hedefgirtin de depoya sotemeniyê jî heye.

Bombebaran DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê bêyî navber dewam dike. Di satên êvarê de depoyeke sotemeniyê hate hedefgirtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, navenda Tehranê jî hate bombebarankirin û ji ber teqînê dûkelê reş belavî bajêr bû.

Di dîmenên hatine parvekirinê de tê dîtin ku bajêr bi awayekî tund hatiye bombebarankirin.

Her wiha biryargeha rejîma Îranê ya li gundê Bile ya Mêrîwanê û hin nuqteyên li Îsfahanê hatin bombebarankirin.